AMED - Diçûn şînê, otomobîla wan wergeriya: 5 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û 5 kesên tê de birîndar bûn.

Li Sûra Amedê otomobîlek ji ber leza zêde ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn, birînên yekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku kesên di bûyerê de birîndar bûne ji bo biçin şînekê ji navçeya Pîranê ya Amedê bi rê ketibûn.