Komela Dadgerî: Gilî hene
Hewlêr (Rûdaw) - Komela Dadgeriyê dibêje “Binpêkarî hatine kirin û gilî hatine tomar kirin. Herwiha Yekgirtuya Îslamî li ser bireveçûna hilbijartinan ragihand, niha raporên çavdêriyê negihiştine wan.
Îro 10ê Cotmehê piştî bi dawî hatina hilbijartina giştî ya pêşwext a Iraqê, Bêstûn Heme Salih Berpirsê Nivîsîngeha Hilbijartinê û Amaran yê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got binpêkarî hatine kirin û “me li sînorê Silêmaniyê û Hewlêrê gilî tomar kirine.”
Bêstûn Heme Salih amaje bi binpêkariyan kir û got :”Zêdehiya binpêkariyan propaganda bûn û li pêş binkeyên dengdanê, hevavayê dengdana taybet.”
Yekgirtûya Îslamî jî dibêje, raporên çavdêrên wan hêj negihiştine destê wan. Berpirsê Saziya Hilbijartinê yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Hêmin Eskender dibêje, “Em li benda raporên xwe ne û heta niha negihiştine ber destê me. Ji ber wê em nikarin li ser birêveçûna hilbijartinê ti tiştekê bibêjin.”
Îro di dengdana giştî de mafê denganê yê 23 milyon û 986 hezar û 741 dengderan li Iraqê û Herêman Kurdistanê hebû. Li gor daxuyaniyên Komîsyonê, di 24 demjimêrên bê de encamên destpêkê yên hilbijartinê tên eşkerekirin.