Koçberên ji Serê Kaniyê yên li Kampa Berdereşê daxwaza alîkariyên bilez dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji koçberên Kampa Berdereşê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, ji Serê Kaniyê ne, ew piştî êrîşa Tirkiyê û çekdaran li ser bajarê wan, naçar mane berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û li wê kampê hatin bicîkirin. Niha rewşa van koçberan gelek zehmet e, ne kar heye û herwiha nikarin jî ji kampê derkevin.

Koçberên li Kampa Berdereşê daxwaz dikin, ji bo debara jiyana wan çareserek bê dîtin, gelek ji wan bê pere mane, nikarin ne xwarin û ne jî pêdiviyên zarokên xwe bikirin. Êdî debara jiyana wan her ku diçe zehmetir dibe.

Menal Ferhad yek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Berdereşê ye. Menal dayika 3 zarokan e, weke piraniya koçberên li kampê, ji ber belavbûna vîrosa Coronayê bê kar maye û niha bi zehmetiyeke mezin debara xwe û zarokên xwe ya jiyanê peydadike.

Koçbera li Kampa Berdereşê Menal Ferhad dibêje: “Min kar dikir lewma mi hin pere behev kiribûn, lê qediyan. Ev 2 meh in ji ber ez kar nakim, qediyane 3 zarokên min hene. Bi erzaqên ku tên belavkirin û bi alîkariya cîranan bi zor diqede, serê mehê jî bo her kesekî 20 hezar tê dayîn.”

Komiseriya Bilind a Netewên Yekgirtî bo Kar û Barên Koçberan bi hatina werzê zivistanê, dest bi belavkirina cadirên nû li ser koçberên di kampê de kiriye, lê belavkirina çadiran dilê koçberên di kampê de kêfxweşnekiriye, ew dibêjin belavkirina çadiran pirsgirêka debara jiyana wan a aboriyê çareser nake û daxwaza alîkariyê û piştgiriya di warê aborî de dikin.

Koçberkekî ji Serê Kaniyê Xalid Mihemed jî got: “Ji ber ku çadirên me kevn bûne û zivistanê tê yên nû didin me, lê ev ne çareserî ye. Ev çareseriyek demkî ye, lê em çareseriyeke mayînde dixwazin.”

Li gor amarên Netewên Yekgirtî, 242 hezar Koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bicîhbûne, ji wê hêjmarê nêzîkî 4 hezar koçber li Kampa Berdereşê dimîn in ku piraniya wan ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ya li ser herdû bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî derberder bûne.

Niha ji ber bêkarî û bi sînorkirina derketina wan a ji ber belavbûna vîrosa Coronayê, êş û zehmetiya derbederiya wan roj bi roj zêdetir dibe.