Barzanî teqîna Enqereyê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna ku Enqere qewimî şermezar kir û got, mebesta terorîstan ji vê kiryara nemirovane dirustkirina tevliheviyê û kûrkirina aloziyan di navbera pêkhatên Tirkiyê de ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mixabinî îro di encama 2 teqînên terorîstî bi mitînga aştiyê de li bajarê Enqere bi dehan welatî şehîd bûn û hejmarek  zêde jî birîndar bûn.”


Li gorî daxuyaniyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo gelên Tirkiyê û malbatên qurbaniyên bûyera terorîstî ya îro li Enqerê radigihîne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze, di heman demê de gelek bi tundî wî karê diltezîn û tirsnokane ji aliyê terorîstan ve şermezar dike.


Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha got: “Ev kiryara terorîstî di demekê de ye ku navçe bi giştî û Tirkiye jî, di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û mebesta terorîstan ji vê kiryara nemirovane dirustkirina tevliheviyê û kûrkirina aloziyan di navbera pêkhatên Tirkiyê û têkdana aştiya civakî ya welatiyane.”


Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Teror gefeke cidî ye li ser hemû pêkhatek û hemû mirovayetiyê û pêwîst e rûbirûbûna vê diyardeya tirsnak  karê sereke yê hemû aliyekî be.”

Îro li paytexta Tirkiyeyê, Enqerê, du teqînên bihêz beriya “Mîtînga Aştiyê” lidar bikeve çêbûn, di encamê de bi herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest da û 246 kes jî birîndar bûn.