Baregehekî din a PDKê li Qeladizê hat şewitandin

Qeladizê (Rûdaw)- Xwepêşanderan îro baregeheke din a PDKê li bajarokê Qeladizê şewitandin.

Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan baregeheke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.

Di vîdeoyê de çend kes ji ser ban dadikevin xwarê û tê gotin ku yên ku agir berdane baregehê ew kes in, ku piştî agir berdane baregeha PDKê êrişker ji wan re li çepkan dixin.

Di bûyerên duh ên Qeladizê de 2 kes miribûn û 18 kes jî birîndar bibûn.