Barzanî ferman da deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji penaberên Kobanî re vekirî be

 


Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji penaberên Kobanî re vekirî be.


Rêveberê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji Rûdawê re got, Barzanî ferman daye deriyê sînor ji bo wan penaberên Kobanî yên ku dixwazin ji Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, vekirî be.


Her wiha hat zanîn ku 200 penaberên Kobanî îro ji deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.