Tirkiyeyê êrişî Şehbayê kir: Kesek mir û 2 zarok birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama êrişên artêşa Tirkiyeyê û çekdaran de, li navçeya Şehbayê kesekî canê xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên nêzîkî Tirkiyeyê, bi berdewamî êrişî derdor û gundên herêma Efrîn û Şehbayê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku hêzên Tirkiyeyê duh gundewarên navçeya Şehbayê ya ku dikeve bakurê parêzgeha Helebê topbaran kirin.

Di encama topbarana Tirkiyeyê de li gundê Tinnibê yê Şerayê 2 zarokên bi navên Ehmed Fêsel Cinêdî yê 6 salî û Zeyneb Fêsel Cinêdiya 4 salî birîndar bûn.

Di êrişên li devera bajarokê Şêrawayê de jî hêzên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê, bi tank, guleyên obus û dronan gundên Aqîbê û Dêr Cemalê hedef girtin.

Di wan êrişa de kesekî bi navê Mihemed Sadiq Omer ê 30 salî yê ji gundê Kefir Nasihê bi giranî birîndar bû.

Mihemed Sadiq Omer li Nexweşxaneya Avînê ya Şehbayê canê xwe ji dest da.

Her li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, bi sedema wan êrişên Tirkiyeyê zerer gihîşt mal û milkên xelkê herêmê.