Çewlîg - Xwest hingiv kom bike lê ji zinar ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê kesê ku ji zinar ket, canê xwe ji dest da.

Li gundê Çataxê yê navçeya Kanîreşê Namet Kaptanê ku xwest hingivê zinaran kom bike, ji zinar ket xwarê.

Li ser agahdarkirin cendirme, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê deket holê Namet Kaptanê 55 salî canê xwe ji dest daye.

Termê Namet Kaptan bi alîkariya tîman newalê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê kaptan Namet Kaptan ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.