Sîrwan Barzanî: Di bombebarana Mexmûrê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Cepheya 6 a Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî eşkere kir ku di bombebarana Kampa Mexmûrê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar in.

Li Kampa Mexmûrê ya ku penaberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin îro saet 17:05an xaniyek ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Berpirsê Cepheya Giwêr- Mexmûrê Sîrwan Barzanî li ser bombebarana Kampa Mexmûrê ji Rûdawê re axivî.

Sîrwan Barzanî da zanîn ji ber bombebaranê kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gorî gotina Sîrwan Barzanî, maleke li nava kampê hatiye bombebarankirin û heta niha nizanin bê kê kesê hatiye kuştin û birîndar bûne sivîl in yan şervan in.

Tirkiyeyê gelek caran Kampa Mexmûrê ya ku wekî “Kampa Şehîd Rustem Cûdî” jî tê naskirin bi hinceta PKKyê bombebaran kiribû.

Kampa Mexmûrê di sala 1998an de li quntara Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurdên Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin. 

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Îdareya Mexmûrê 10 hezar kes li kampê dijîn.