COLEMÊRG – Bûk û zava di nav zêr û pereyan de man

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 5 kîlo zêr bi bûkê ve kirin û 5 milyon lîre pere bi zavê ve kirin.

Li gundê Çemê Ezo yê Colemêrgê daweta kurê Şefîk Adiyaman hat kirin ku yek jî rûspiyên Jîrkiyan e.

Daweta Serdar Adiyamanê kurê Şefîk Adiyaman û Dîlan Çîftçîyê du şev û du rojan ajot.

Bi hezaran mêvan beşdarî şahiya bûk û zavê bûn û govendên Kurdî hatin gerandin.

5 kîlo zêr, 5 milyon lîre

15 kesan pereyên ku bi zavê ve kirine hejmartin û hat eşkerekirin ku xelatên zavê 5 milyon û 150 hezar lîreyên Tirkî ne.

Li gorî nûçeya ÎHAyê, her wiha 5 kîlo zêr jî bi bûkê ve kirin.

Şefîk Adiyaman diyar kir ku bihevrebûna di dawet û şînan de kevneşopiyeke bav û kalan e.