Semsûr - Di pevçûna bi çekan de kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de keseî birîndar.

Li taxa Hocaomerê ya Semsûrê di navbera du kesan de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê kesekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin gule berdaye kesê bi navê M.Y. û ji cihê bûyerê reviya.

Di encamê de M.Y. ji piyê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Li aliyê din, polîs ji bo girtine gumanbar xebat da destpêkirin.