Li ser mirina xwişka Narînê jî lêpirsîn hat vekirin: Gelo ew jî hatiye kuştin?

Hewlêr (Rûdaw)- Dozgerên ku lêkolînê li ser kuştina Narînê dikin li ser bûyera mirina Tulîn Gurana xwişka Narîn Guranê jî dest bi lêkolînê kir.

Cenazeyê Narîn Guranê piştî windabûna wê bi 19 rojan li nava çem hatibû dîtin.

Li gorî zanyariyên malbata Narînê, Tulîn Gurana xwişka mezin a Narînê sala 2019an ji pêpelûkên malê ketibû û miribû.

Li gorî nûçeya NTVyê, lêpirsîna li ser kuştina Narîn Gûranê 8 salî berdewam dike.

Divê were gotin, 2 dozgerên komarê û alîkarekî dozgerê komarê dozê dişopînîn.

Piştî dîtina cenazeyê Narîn Guranê dayik, bav û birayê Narîn Guranê jî di nav de 24 tohmetbar hatibûn desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, dozgerên ku lêkolînê li ser dosyaya kuştina Narînê dikin, li ser mirina Tûlîn Guranê jî dosyayek amade kir.

Dozgeran dosyeya Narîn Guranê ji Nexweşxaneya Zarokan a Amedê xwest ku li ser mirina Tûlîn Guranê hemû agahî, belge û dosyayan radestî wan bikin.