Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin û di encamê de 3 jin birîndar bûn.

Li Kampa Mexmûrê ya ku penaberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin îro saet 17:05an xaniyek ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama bombebaranê de 3 jinên bi navên Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezîme Kabul birîndar bûne.

Şêniyên kampê birîndar birin newxweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Her wiha hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya jinekê giran e.

Tirkiyeyê gelek caran Kampa Mexmûrê ya ku wekî “Kampa Şehîd Rustem Cûdî” jî tê naskirin bombebaran kiribû.

Kampa Mexmûrê di sala 1998an de li quntara Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurdên Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.