Tîma Zaxoyê li Tirkiyeyê ye: Dê mizgîniyekê bide

Sakarya (Rûdaw) – Tîma Zaxoyê ku di van salên dawî de li seranserê Îraqê serkeftinên xwe zêde kirine ji bo sezona nû li Tirkiyeyê amadehiyên xwe dike.

Tîma ku li Îraqê xwedî palpiştî û alîgirên herî zêde ye, bi lîstikvanên xwe yên nû û yên heyî bi maweyê 16 rojan ketiye kampeke amadehiyê.

Dixwaze bi motîvasyoneke bilind dest bi sezona nû bike

Zaxo dixwaze bi motîvasyoneke bilind vedigere û dest bi sezona nû bike.

Birêvebirên tîmê diyar dikin ku lîstikvanê wan Emcat jî dê di sezona nû de bi tîmê re be.

Tîma Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê ku di Lîga Stêrkan a Îraqê de dilîze ji bo haziriyên sezona nû li Sakaryayê ye.

Tîma Zaxoyê ew demek e li Navçeya Sapancayê rahênên xwe dike.

Biryar hatibû dayîn bi Îstanbûlsporê re maçeke dostaniyê bike lê ji ber ku Federasyona Futbolê ya Asyayê di wextê xwe de bersiv neda û ew lîstik betal bû.

Bi beşdariya lîstikvanên nû hêza tîmê bilintir bûye

Tîma Zaxoyê ya ku sala çûyî Lîga Stêrkan di rêza pêncan de temam kiribû kadroya xwe ya berê bi piranî parastî ye.

Bi beşdariya lîstikvanên nû jî hêza tîmê bilintir bûye.

Mizgîniyê dide

Her wiha tîm mizgîniya wê yekê jî dide alîgirên xwe ku di demeke nêzîk de ew dê lîstivanekî baş ê binavûdeng jî bînin nava kadroya xwe.

Zaxoya ku maçên wê ji hemû maçên din qerebelixtir derbas dibin, li seranserê Îraqê bihayê xwe yê bazarê jî derxistiye dora 1,3 milyon euroyî.

Lîstikvan û ekîba teknîkî ku bi motîvasyoneke zêde li kampê haziriyê didomînin ji niha ve kelecana alîgirên xwe bilind dikin.

Çawa li Bakur Amedspor bûye remzê nû di nava Kurdan de, li Başûrê Kurdistanê jî Zaxo vê yekê temsîl dike.