Li dibistanên Rojavayê Kurdistanê perwerdeyê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de dibistanan dest bi perwerdeyê kir.

Îro deriyên dibistanan ji bo sala nû ya xwendinê ya 2023-2024an hatin vekirin.

Li herêmên di bin destê Hikûmeta Sûriyeyê de roja 3yê mehê dibistanan bi awayê fermî dest bi perwerdeyê kiribû.

Îro 863 hezar û 388 xwendekaran bi lêdana zengilê dest bi dersên xwe kir.

Îsal li 4 hezar û 130 dibistanên bajar, navçe, bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve li ser maseyên xwendekaran pirtûkên dersê, çavkaniyên dersan ên bêpere hatin danîn.