Li Qamişloyê Çemê Ceqceqê hat paqijkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişloyê Çemê Ceqceqê bi pêşengiya Rêxistina Pêlê hat paqijkirin.

Kordînatora Rêxistina Pêlê Leylan Cemalê got ji bo pêşxistina çanda paqijiyê û parastina xwezayê wan destpêşxeriya paqijiyê daye destpêkirin.

Çemê Ceqceqê yê ku ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê diherike Qamişloyê, bi qirêjîbûna xwe ya zêde bal dikişand.

Rêxistina Pêlê, bi înîsiyatîva bi navê Xotwayê de dest bi paqijkirina çem kir.

30 kesên ji Rêxistina Pêlê, Şarederiya Qamişloyê û xwebexşên civaka sivîl beşdarî destpêşxeriya paqijkirina bûn.

“Paqijî ji bo parastina jîngehê hat kirin”

Kordînatora Rêxistina Pêlê Leylan Cemalê li ser xebatên paqijiyê ev agahî dan:

“Me di bin navê Xotwayê de dest bi destpêşxeriyekê kir.

Armanca me jî zêdekirina hişmendiyê ye, ji bo her kes li xwe vegere û ji bo em çanda paqijiyê pêş bixin.

“Me li dewsa gemarê ax belav kir”

Her du rojên destpêşxeriyê me qirêjî rakir û me bi alîkariya şaredariyê jî li dewsa gemarê ax belav kir.

Geraca Newrozê, Geraca Cudiyê û bazara navendî jî hatin paqijkirin.

Di roja sêyem de jî bi alîkariya Şaredariya Qamişloyê 50 selên paqijkirinê li van deveran hatin belavkirin.”