Li Rihayê di coya avê de cenazeyek hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di coya avdanê de cenezeyê mêrekî hat dîtin.

Welatiyên ku di coya nêzîkî navçeya Heranê de cenazeyek dît, ekîbên AFADê, îtfaiye û polîs agahdar kirin.

Ekîbên ku çûn cihê bûyerê ketin coyê û wan cenaze derxist.

Hat tesbîtkirin ku cenaze yê mêrekî ye.

Tîma tenduristiyê cenaze bi mebesta otopsiyê bir morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.