Li Meletî Vinç bi ser karkeran de ket: 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê li meydana cihê kar Vînç wergeriya û bi ser karkeran de ket û di encamê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Çirmik a ser bi parêzgeha Meletî ve, îro 10ê Îlona 2022yan, li pêş avahiyek nû tê çêkirin ji ber sedemek nediyar vînça ku li ser kar bû, wergeriya û bi ser karkeran de ket.

Li gorî agahiyên despêkê di bûyerê de 3 karkerên bi navê Fatîh Kizilkaya, Mesut Gundogan û kesek jî ku navê nayê zanîn canê xwe ji dest dan û 2 karker din jî bi dijwarî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndarên ku birînê wan giranin bo nexweşxanyên bajêr hatin veguhestin û di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hate destpêkirin.