Li Xaneqînê 4 Kurd hatin serjêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Ewlekariya Navçeya Xaneqînê ji Rûdawê re ragihand, di navbera taxa Tolefiroş a Xaneqînê û gundê Yûsif Beg ê vê navçeyê de, çar kesên Kurd hatine revandin û piştre termên wan bi serjêkirî htaine dîtin.

 

Endamê Komîteya Ewlekariya Navçeya Xaneqînê, Rayid Heyder Wela di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Saet 01:30ê îro Duşembî 10ê Îlona 2018, çar welatiyên Kurd ên xelkê Xaneqînê piştî ku têne revandin, termê wan bi kuştî hatine dîtin.”

 

Heyder Wela got, “her çar welatiyên Kurd hatine serjêkirin.”


 

Bi gotina wî endamê Komîteya Ewlekariya Xaneqînê, “di demjimêr 23:10ê şeva bihorî 9ê Îlonê de, ew çar kes ji aliyên hejmarek çekdar ve tîn revandin û piştre polîsê Xaneqînê û Polîsê Federalî li gel çend çekdarên Heşda Şeibî diçin cihê bûyerê û demjimêr 01:30ê îro termên her çar kesan bi serjêkirî di nava çemekê de dibînin.”


 

Heyder Wela ji Rûdawê re diyar kir: “Ew kesên ku hatine kuştin, Kurd in û xelkê Xaneqînê ne, li gorî zanyariyan di nava kesên kuştî de pêşmerge jî hene.”

 

wî endamê Komîteya Ewlekariya Xaneqînê herwiha dibêje: “Herwiha şeva derbasbûyî li gundê Meidan êrişî kêlgeheke peleweriyê hatiye kirin û bombek bi xelkê ve teqiyaye û kesek bi navê Kameran birîndar bûye.”






Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, navçeya Xaneqînê jî weke gelek navçe û deverên din ên Başûrê Kurdistanê kete bin kontrola hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî. Ji dema kontrolkirina Xaneqînê ji aliyê hêzên Iraqê ve, bûyerên revandin û kuştina welatiyên sivîl ên Kurd li vê navçeyê zêde bûye.