Cîgirê Serokê Amerîka û Nêçîrvan Barzanî êrişa Îranê li ser partiyên Rojhilat gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence êrîşa Îranê ya li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê şermezar kir.

 

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî pêk anî û herdu aliyan behsa çend mijaran kir.

 

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Mike Pence êrîşa bi mûşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û êrîş wek, “hewldanek ji bo neseqamgîrkirina cîranê xwe yê herî nêzîk” binav kir.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu serkirdeyan li ser helwesta Kurd a ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê guftûgo kirine û herwiha balkişandine ser hevbeşbûna stratejîk a di navbera Kurdan û Amerîkayê de.

 

Herwiha di peywendiya telefonî de Serokwezîr Barzanî jî spasiya xwe ji bo piştgiriya Amerîkayê ya ji bo şerê dijî DAIŞê anî ziman û amaje bi wê yekê kir, ku hemahengiya di navbera herdu aliyan de ji bo serkeftina li dijî terorê pêwîst e.

 

Mike Pence ji ber destpêşxeriya pêşvebirina azadiya ol û baweriyan li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Herwiha herdu serkirdeyan tekez kir, ku ji bo civakên cuda yên olî yên tên tepisandin vegerin ser malên xwe, bi hev re kar bikin.