Xortên Başûrî li Firokexaneya Ataturk têne îşkencekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Nerîman Emîn dixwest ji Swêdê vegere Hewlêrê, lê belê li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê tenê ji ber ku gotiye Kurd im, polîsan êrişî wî kirine û poz û destê wî şikandine, du roj jî li girtîgeha firokexaneyê hatine îşkencekirin.
Nerîman Emîn ku 10 sal e li Swêdê dijî, ji Rûdawê re ragihand: “Roja 19-08-2018an min dixwest ji Swêdê vegerim Hewlêrê, ez gihiştim Firokexaneya Ataturk, transîteke min a 3 saetan hebû, ez li benda firokeya Hewlêrê bûm, çenteyên me hatin kontrolkirin, lê piştre cardin piraniya me kontrol kirin, dûvre polîsek hat û ji min pasaport xwest, li ser pasaporta min 'Silêmanî' nivîsandî bû, diyar bû hesasiyeta wî bi wî navî hebû, got facebooka xwe veke, her çiqas facebook tiştekî taybet e û ti firokexane daxwaz nakin, lê ji min xwest. Wêneya şahiyeke Kurdî li ser bû, ji min pirsî, min jî got ev şahiya Kurdî ye, lê wî bi awayekî gelek ne xweş got 'Kurd tine', min jî bersiv da û got 'Kurd heye û ez Kurd im'.”
Polîs dema van gotinan dibihîze, Nerîman cuda dike û piştre çente, laptop, cuzadana pereyan û demjimêra wî ya destan digre bi xwe re dibe. Nerîman dibêje: “Êrişî ser min kirin û gelek xirab li min xistin. Poz û serê min şikandin, kelepçe li destê min xistin û birin zindana firokexaneyê, di nav zindanê de jî li min xistin.”
Nerîman behsa nav zindanê dike û dibêje: “Zindan holek bû, nêzîkî 21 kes têde bû, 8 ji wan Kurdên Hewlêr, Şeqlawe, Heciyawa û Silêmanî bûn, piştre hîn bûm ku hemû ji ber facebooka xwe hatibûn girtin.”
Nerîman Emîn du şev di zindanê de maye û dibêje: “Di wan du rojan de ti xwarin nedan min, min ji wan re got ez nexweş im divê heba xwe bixwim, lê belê ne heb û ne xwarin dan min. Li zindanê jî kelepçeyan dernexistin. Bi kulm û sîle li min xistin, lê li kesên din bi kablo û qayişan jî îşkence dikirin.”
Li gor gotina Nerîman, Kurdên ku li wir bûn hemû xort bûn, piraniya wan temenên wan nêzîkî 25 salî bûn, her yek ji wan zêdetirî du hefte bû li zindanê bûn û digotin rojane xwarineke kêm didin me û piraniya caran îşkence dikin.
Nerîman ji bo xwe ji vê rewşê xelaskirinê rêyek dîtiye û dibêje: “Kesek li zindanê hebû ku telefon hebû li cem wî, min jê telefon xwest, ji bo axaftina du xulekan, ji min 20 dolar wergirt, min li xizmekî xwe yê li Swêdê geriya, wî Wezareta Derve ya Swêdê agahdar kir, wan jî yekser balyozxaneya xwe ya li Enqerê agahdar kiribûn, piştre du Swêdî hatin zindanê, dema wan ez bi wî şiklî dîtim, gelek hêrs bûn, wan ez derxistim û piştî du saetan bi firokeyê şandim Swêdê.”
Nerîman Emîn piştî ku vegeriyaye Swêdê, li ser daxwaza polîsan, derbarê polîsên Tirkiyê û Hêlên Esmanî yên Tirkiyê de doz vekirin.
Nerîman eşkere kir ku piraniya kelûpelên wî û beşeke pereyên wî ku 670 dolar bûye, birine û venegrandine, ji nav çenteya wî jî gelek tiştên giran birine.
Nerîman Emîn ji bo xortên din ên Kurd ku di zindanê de bûn, xemgîn e û dibêje: “Pasaporta min a Swêdê hebû û ez rizgar kirim, ew hemû xortên ku pasaportên wan Iraqî ne çi bikin û çawa ji zindanê rizgar bibin? Min li wir hejmarên xizmên hemûyan wergirtin û min li wan geriyan, piraniya wan haya wan tinebû ku kurê wan li Tirkiyê hatiye zindanîkirin.”