Li Tirkiyeyê yekem car e dibistanên kurdî vebûn

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) bi piştgiriya KCDê û Egitim-Senê, li Amedê, Şirnex û Colemêrgê dibistanên seretayî ku tenê bi zimanê kurdî perwerde bibînin, vekirin.

 

Dibistanên ku li navçeyên Rezana Amedê, Cizîra Şirnexê û Gevera Colemêrgê hatine vekirin bi zareveya kurmancî dê perwerde bidin.

 

Vekirina dibistanan bi civîneke çapemenî ku îro li Amedê hate lidarxistin hate aşkera kirin. Civîn li pêş avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a navçeya Yenişehîrê hate lidarxistin. Gelek endam û serokên saziyên civaka sivîl jî piştgirî dan.

 

Endam û rêveberên KCDê, yên Egitim-Senê û Malên Piştgiriya Perwerdeyê jî di civînê de amade bûn û Sabahatîn Gultekin Serokê Kurdî-Derê daxuyaniya çapemenî xwend.

 

Gultekîn, bi armanca ku di pêvajoya muzakereyê de mijar were rojevê ewê roja 15ê îlonê dest bi boykotkirina dibistanan bikin û çalakî dê hefteyek dom bike. Gultekin wiha got, “Gelê me wê zarokên xwe neşîne dibistanan. Ji bo bibe bingeha perwerdeya bi zimanê dayîkê û bo dewletê jî bibe hişyariyek emê li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên seretayî ku bi zimanê kurdî perwerde bidin vekin.”

 

Gultekin got, tu pêwendiya dibistanan bi Wezareta Perwerde ya Tirkiyeyê re nîne û wiha domand:

 

“Xweziya yasayên vê hatibana amadekirin. Em bawer in ku tu astengiyek neyê kirin. Vekirina dibistaneke bi kurdî welat parçe nake. Berevajî dê pêwendiyan xurtir bike û welat bike demokratîk.