‘Asta ava Çemê Feratê gelekî daketiye, krîzeke mezin heye’

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê germa havînê de ji ber ku Tirkiye avê bernade asta ava Çemê Feratê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kêm bûye.

Kêmbûna avê bandor li ser rewşa xelkê bajarê Kobanî, Reqa û Dêrezorê kiriye, li bendavan elektrîk kêm tê berhemanîn.

Endamê Rêveberiya Bendava Tişrînê Hemûd El-Hemadîn ragihand ku ew ji ber birîna ava Çemê Feratê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve li rastî krîzeke mezin a kêmbûna elektrîkê û xirabbûna jîngehê hatine.

Hemûd El Hemadîn diyar kir ku li gorî rêkeftinên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, pêwîst e para Sûriyeyê ne kêmtirî 500 metre sêca av be.

Hemûd El Hemadîn destnîşan kir ku Tirkiye ji 200 metre sêca kêmtir avê berdide aliyê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Kêmkirina avê bandoreke xerab kiriye

Hemûd El-Hemadîn herwiha behsa rewşa welatiyan jî kir û got:

“Vê yekê rewşeke xirab li ser xelkê deverê dirust kiriye û bandor li bendavan kiriye.

Herwiha bandor li ava vexwarinê, çandiniyê û ajel û masiyan jî kiriye.”