Agirê li daristana Meletiyê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya Meletiyê  şevê din li deverên çiyayî agir bi daristanê ket û piştî hewldanên zêde vê sibê agir hat vemirandin.

Şevê din li gundê Hoçava yê navçeya Çirmikê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên parastina sivîlan û tîmên Rêveberiya Daristanan a Bajêr çûn cihê bûyerê.

Kar û xebatên vemirandin û kontrolkirina agir ji şevê din ve berdewam bûn û îro danê sibehê agir hat vemirandin.

Herwiha tê gotin ku zerar gihiştiye hinek bax û bistanên deverê.