Li Agiriyê şerê bi kêr û daran: 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li nvaçeya Bazîd  a Agiriya Bakurê Kurdistanê du grûpan bi kêr û daran şer kir û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li taxa Çîftepinarê pêşiya Mizgefta Mezin ji ber sedemeke hêj nayê zanîn du grûpên mirovên hev bi kêr û daran şer kirin.

Di şer de 10 kes bi kêr û daran birîndar bûn. Piştî ku kesên derûdorê Rêvberiya Ewlekariya Bajêr agahdar kirin, gelek polîs û ambulans bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ambulansan birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Yaşar Eryılmaz li Bazîdê û nexweşxaneyê taybet ên li navçeyê veguhestin.

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa kesekî giran e.

Polîsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh wergirtine.