Cemîl Bayik li dijî rêkeftina Mazlûm Kobanî û Amerîkayê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCKê, Cemîl Bayik rêkeftina petrolê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û kompaniyeke Amerîkayê rexne kir û dilgiraniya xwe li hember wê rêkeftinê nîşan da, ku bi agahdariya Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî hatiye kirin. Cemîl Bayik got, “petrol û çavkaniyên din ên Sûriyê mulkê tevahiya gelên Sûriyê ne, ne yên hinekan.”

Cemîl Bayik ku ji Stêrk TV, televîzyona nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re axiviye, amaje bi rêkeftina wê dawiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û kompaniya Delta Crescent Energy a amerîkî de kiriye û ragihandiye, ew agahdarî rêkeftinê nebûne û dibêje, “em jî hinek tiştan li ser ragihandinê dibînin û dibihîsin. Esasê wan çî ye tam em jî nizanin. Dibêjin bi kargeheke petrolê re îtifaq çêbûne. Heta Sûriye daxuyanî da û got, em qebûl nakin. Ne hiqûqî ye. Petrola me didize.”

Bayik destnîşan kir, ku hikûmeta Sûriyê di asta hiqûqa navdewletî de bi fermî tê naskirin û diyar kir, çavkaniyên xwezayî yên ser erdê û bin erdê yên Sûriyê mulkê tevahiya gelên Sûriyeyê ne, ne yên hinekan e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê got: “Ya ku em dizanin Sûriye di aliyê navneteweyî de saziyên navnetewî qebûl dikin, yanî wek desthilat û wek dewlet. Ji bo wê jî çi li ser erd û bin erd be tiştên ku li Sûriyeyê de yên tevahî gelên Sûriyeyê ne, ne yên hinekan e. Hinek nikarin ser vê, wer bimezêxin. Bikin milkê xwe. Me berê jî ew gotiye, niha jî em dibêjin. Heta yê Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wer digotin. Digotin ew petrol û hemû dewlemendî yên ser erd û binerd ên tevahî gelê Sûriyeyê. A rast jî ew e.”

Derbarê naveroka wê rêkeftinê û hûgiliyên wê de jî, Cemîl Bayik ragihandiye: “Yanî ew peymanên ku bi kargehên petrolê re çêbûyî, çiqas di vê çarçoveyê de ye, em nizanin. Lazime wisa be. Yanî belkî eger îro hinek pirsgirêkên aborî li Sûriyeyê hene, li ser Bakurê Sûriyeyê jî eger ku wan pirsgirêkan didin ber çavan, hinek wan derbas bikin, ji bo wê îtifaq pêş xistine, bi wê îtifaqê jî di çarçoveya Sûriyeyê de li gorî Sûriyeyê pêşxistibe em ji bo wê tiştekî nabêjin. Lê ku ne wisa be, divê mirov li ser wê bisekine.”

Têkildarî danûstandin û hewlên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî, Bayik helwesta KCKê aşkere dike û dibêje, niha di aliyê yekîtiya netewî de jî hinek gav tê avêtin. Hinek daxuyanî tên dayîn, li ser çi esas jî tên pêşxistin em tam nizanin.

Pêştir Tirkiyê, Sûriye û Rûsyayê jî dijatiya xwe li hember wê rêkeftinê nîşan dabûn.

Rêveberiya Xweser di heftiya dawî ya Tîrmehê de ligel kompaniyayeke amerîkî ya warê petrolê ya bi navê Delta Crescent Energy rêkeftinek îmze kir û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.

Li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî ya Delta Crescent Energy dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê ew girêbest ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid el Mihbaş ve jî hatiye îmzekirin û bo dema 25 salan dê derbasdar be.

Mijara rêkeftina neftî ya kompaniyeke amerîkî ya li gel Rêveberiya Xweser roja 30 Tîrmeha 2020 li Kongiresa Amerîkayê hatibû gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran derbarê rêkeftinê de axivî.

Di wê civînê de, senatorê Komariyan Lindsey Graham ji Mike Pompeo pirsî: “Ez duh ligel general Mazlûm Evdê axevîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye ji bo pêşxistina bîrên petrolê li Bakurê rojhilatê Sûriyê, gelo hûn piştevaniyê li wê gavê dikin? Ew rêkeftin dê baş be ji bo alîkariya hemû kesên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê?”

Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir,  lê niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye û dibe ku gelekî baş be.”

Berî sala 2011 û alozî û şerê navxweyî li Sûriyê, li bîrên petrolê yên Sûriyê rojane 380,000 bermîlên petrolê dihat berhemanîn, lê piştre ji ber şer û aloziyan ew rêje daket bo rojane 60,000 bermîlan.

Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola HSDê de, di navbera 500 heta 1000 serbaz hene, ku berî êrîşa Cotmeha par a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ku Amerîkayê beşek ji hêzên xwe li herêmê vekişand, hejmara wan zêdetir û derdora 2,000 serbazan bû.

Niha beşa herî zêde ya hêzên Amerîkayê li sînorê parêzgeha Dêrezorê ne û weke ku rêveberiya Trump dibêje, erkê wan ê serekî parastina bîrên petrolê ye.