IHD a Amedê banga rawestandina şer kir
Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Amedê ya IHDê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz banga rawestandina şer kir.
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) raporta xwe ya binpêkirina mafên mirovan di 6 mehên sala 2020an de aşkere kir.
Di raportê de amaje bi wê hatiye kirin ku hikûmeta Tirkiyê derbarê Pirsa Kurd de li ser siyaset û kiryarên xwe yên otorîter berdewam e û hatiye gotin, “Di vê rewşê de binpêkirina mafên mirovan jî bi awayekî sîstematîk û berbelav û bi ziyanên giran, mixabin berdewam dikin. Di şerên 2020an de jî leşker, polîs, milîtan û sivîlan canê xwe ji dest dane.”
Di raportê de amaje bi wê hatiye kirin ku di vê qonaxa şer de hişmendiya hiqûq û hesta dadperweriyê jî rastî şikestineke mezin hatiye, “îşkence û miameleya xerab, qedexekirin û destwerdana mafê kombûnê, azadiya raderbirînê, azadiya ragihandinê, tundûtûjiya li hember jin û zarokan, windahiyên di warê mafên aborî û civakî û di gelek mijarên de binpêkirin çê bûne.”
IHD a Amedê balê dikişîne ser binçavkirina siyasetmedarên jin û tohmetên li dijî wan ên wek “endamtî, alîkarî û propagandaya rêxistinê” û tekez dike ku ev “bi awayekî zelal binpêkirina azadiyê ye.”
Li gor raporta IHD, di 6 mehên destpêkê yên sala 2020an de li bajarên Bakurê Kurdistanê 14 endamên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatine kuştin û 15 endamên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.
Her li gor IHDê di encama şer û pevçûnan de 78 gerîlayên PKKê û hemwelatiyekî sivîl canê xwe ji dest dane. IHD dibêje, di encama êrişên bo ser hêzên ewlekariyê de jî 14 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
Di raportê de hatiye aşkerekirin ku hêzên emnî yên Tirkiyê destwerdan di 35 kombûnan de kiriye û di encama destwerdana tund de hemwelatî birîndar bûne û hatiye gotin, “Di dema desteserkirinê û li derveyî cihên desteserkirinê miameleyeke derveyî mirovî ku heta digihije êrişa seksî hatiye kirin û rûmeta mirovahiyê hatiye têkbirin.”
Li gor raporta IHDê herî kêm 85 hemwelatî li cihên desteserkirinê, di dema serdegirtina malan, li kolan û girtîgehan rastî îşkence û miameleya xerab hatîne.
IHD tekez dike ku di qonaxa 6 mehên destpêkê yên îsal de bi kêmanî 441 girtiyên siyasî, bêyî ku sedemek bê nîşandan ji ber helwestên xwe yên siyasî ji bo bajarên dûr ji malbatên wan hatine sirgunkirin û “22 girtî li girtîgehê yan jî di dema veguhastinê de rastî miameleyeke xerab hatine û bi sizayên disîplînê yên cuda hatine tecrîd û îzolekirin.”
IHD diyar dike ku li gor amarên gihiştine ber destê wan sala 2020an wan di zindanên Tirkiyê de de 1564 girtiyên nexweş hene ku rewşa 591 ji wan giran e.
Derbarê Peymana Stenbolê ya derbarê rêgirtina tundûtûjiya li dijî jinan ku ev heyameke di rojeva Tirkiyê de ye û hikûmeta Tirkiyê vekişîna ji wê peymanê nîqaş dike, IHD dibêje, “nîqaşkirina vekişîna ji wê peymanê nayê qebûlkirin” di qonaxeke ku tundûtûjiya li hember jinan zêde bûye û dibêje, “erka dewletê ne vekişîna ji peymanê lê cîbicîkirina bendên wê peymanê ye bi awayekî karîger.`
Li ser tundûtûjiya li hember zarokan jî IHDê aşkere kiriye, “Li herêma me di 6 mehên destpêkê de 6 zarok hatin kuştin, 3 zarok ber bi întîxarê ve hatin handan, 204 zarok rastî destdirêjiyê hatine.”
IHD dibêje, xwendekar û siyasetmedar jî di nav de li ser 104 kesan bi sedemên polîtîk doz hatine vekirin û 121 kes jî di çarçova lêpirsîn û dozan de hatine cezakirin.
Li ser binpêkirinên di warê aborî û civakî de jî, IHD dibêje, 6 karkeran di bûyerên kar de canê xwe ji dest dane, 2 karker birîndar bûne û 418 kes jî bi awayekî neheq ji kar hatine derxistin.
Rewşa vîrusa Coronayê li bajarên Bakurê Kurdistanê jî di raportê de cih girtiye û li gor IHDê ev krîz bi awayekî serkeftî nehatiye birêvebirin û hatiye gotin ku her çiqas daxwaz ji hemwelatiyan hatibe kirin ku ji malên xwe dernekevin jî lê “ji ber rewşa aborî ya xerab û kêmderfetiyan bi milyonan malbat mexdûr bûne.”
Herwiha IHDê amaje bi wê kiriye, “di demekê de ku xelk ji ber belavbûna Covid-19 naxwaze ji malên xwe derkeve, polîtîkayên keyfî û derveyî hiqûqê yên hikûmetê berdewam kirin. Nîvê şevê û berbanga sibehê hêzên emnî bêyî ku rênimayên paqijiyê li ber çav bigirin, bi kuçikan bi ser malên hemwelatiyan de girtine û desteser kirine.”
IHDê bal kişandiye ser miamela hêzên emnî jî û gotiye, dayikên aştiyê Rebîa Kiran û Makbule Ozbek ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, di temênên xwe yên 70yî de û gelek kesên din ên nexweş û pîr bi rojan desteserkirî mane û beşek ji wan jî hatine girtin.
Danîna qeyûman li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û betalkirina endamtiya parlamentoyê û girtina parlamenteran jî di raporta IHDê de cih girtiye û hatiye aşkerekirin ku jibilî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven Guven û Musa Farisogullari û herwiha parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu, ji sala 2016an ve ku bendeke ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran li yasayê hatibû zêdekirin, 13 ji HDPê û 1 ji CHPê, bi giştî parlamenteriya 14 kesan hatiye betalkirin.
IHD a Amedê derbarê rewşa koçberan de jî dibêje, li gor raporta Komîsertiya Bilind a Netewên Yekbûyî, ji dawiya 2019an ve 79,5 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û rêjeyeke gelek kêm ji wan di şert û mercên ewle de bi awayekî xwebexş vegeriyane ser malên xwe .
Derbarê rewşa koçberan li Tirkiyê jî IHD de amaje bi wê dike, jibilî 4 milyon koçberên Sûriye, ji Efxanistan, Iraq, Îran, Somalî û gelek welatên din jî 330.000 koçber li Tirkiyê hene û hatiye gotin ku heta niha çareseriyeke bingehîn ji bo kêşeyên koçberan nehatiye dîtin. IHDê balê kişandiye ser bûyera li Gola Wanê jî diyar dike ku di encama binavbûna keştiyekê de 60 kesan canê xwe ji dest dane û “binpêkirinên li hember koçberan jî berdewam kirine.”
Şaxa Amedê ya IHDê di raporta xwe de amaje bi rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dike û tekez kiriye, li girtîgeha Îmraliyê “kiryarên derveyî mirovahî û hiqûqa navdewletî û binpêkirin berdewam dikin.”
IHD dibêje Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li wê zindanê, jibilî hevdîtineke malbatî ya di Adara 2020an û peywendiyeke telefonî di qonaxa pandemiyê de, ji mafên xwe hatine bêparhiştin.
IHD di raporta xwe de tekez dike ku divê ev rewşa “binpêkirina giran a mafên mirovan” û şer û pevçûn bên bidawîkirin û ji bo “çareserkirina pirsa Kurd şert û mercên Abdullah Ocalan bên cîbicîkirin ku aktorê sereke yê serdema diyalog û muzakeyê bû di qonaxa bê şer de” û daxwaz tê kirin “tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin û şert û merc bo bên pêkanîn” ku wê rola xwe bibîne.
IHD a Amedê tekezî li ser wê kiriye ku zext û fişarên li ser azadiya raderbirînê jî bê navber berdewam dikin û amaje bi wê hatiye kirin ku gorên gerîlayên PKKê hatine xerabkirin, term ji goran hatine derxistin. Di raportê de hatiye aşkerekirin ku “li goristanên Lîce, Farqîn û Yenîkoy gor hatine xerabkirin. Ti peywendiyeke van kiryaran bi hiqûq, mirovahî û baweriyan nîne.”
Ji bo çareserkirina Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz IHD daxwaza bidawîanîna qonaxa şer dike û tekez dike, “Binpêkirinên di jiyana me de encamên polîtîkayên xelet ên dewletê ne. Em daxwaz dikin dawî li siyasetên ku dibin sedema binpêkirinan bê anîn, qonaxa şer bê bidawîkirin.” IHD hêviya xwe tîne ziman ku qonaxeke mayînde ya bê şer dest pê bike û proseya çareseriyê careke din were gotûbêjkirin.