Mehane 10 hezar ajel bo Kurdistanê têne hawirdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku mehane nêzikî 10 hezar ajelên mezin û biçûk bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.

 

Rêveberê Giştî yê Samanên Ajel û Veterêneriyê li Wezareta Kiştûkalî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku mehane nêzikî 10 hezar ajelên mezin û biçûk bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin û got: "Herî kêm jî bo Germiyan û Helebceyê tên hawirdekirin."

 

Rêveberê Giştî yê Samanên Ajel û Veterêneriyê li Wezareta Kiştûkalî ya Herêma Kurdistanê Azad Ehmed Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku hawirdekirina ajelên mezin û biçûk bo Herêma Kurdistanê li gor çavdêrî û hinek mercan pêk tê.

 

Azad Ehmed got, "Mehane 10 hezar ajelên mezin û biçûk tên hawirdekirin, bi pileya yekem ji Brezîlyayê tên ku zêdetir ajelên mezin in û piştre ji Gurcistanê ajelên biçûk tên hawirdekirin."

 

Azad Ehmed Elî diyar kir ku herî kêm bo parêzgeha Helebce û devera Germiyan tên hawirdekirin û got: "Li gor lîsteyekê hawirdekirina ajelan nêzikî ji 30 welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê qedexe ye."

 

Salana pêdiviya Herêma Kurdistanê bo goştê sor nêzîkî 85 hezar ton e.