Hêzên PKKê li helîkoptera leşkerî ya Tirkiyê dan

 

Şirnex (Rûdaw) – Li devera Bêşebabê ya Şirnexê, hêzên PKKê li helîkoptereke artêşa Tirkiyê dan, di bûyerê de leşkerek hat kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li devea Bêşebabê ya Şirnexê, helîkoptera leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku komek leşker vediguhest, rastî êrişa çekdarî hat.

Hat gotin ku di bûyerê de leşkerek hatiye kuştin yek jî birîndar bûye lê nehat zanîn ka ziyan gihîştiye helîkopterê yan na.