Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan pêwendiyeke telefonî pêk anî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji Mesûd Pizîşkiyan re di erk û berpirsiyariya xwe de jê re serkeftin xwestiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir Herêma Kurdistanê û gelê wê ji bo bipêşxistina pêwendiyên dostane û hevkariyên demdirêj li ser bingehên rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş ên bi Îranê re amade ne.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew di wê baweriyê de ye serkirdayetiya Mesûd Pizîşkiyan dê dostaniya di navbera her du aliyan de kûrtir bike.

Li gorî daxuyaniyê, Mesûd Pizîkiyan jî ji bo pêwendiya telefonî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye û tekezî li ser xwesteka Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên ligel Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Pizîşkiyan herwiha bal kişande ser pêwendiyên dostane yên gelê Îranê yên li gel Herêma Kurdistanê.