Li Mereş û Meletiyê erdhej
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê, bi hêza 3,6 erdhej çêbû.
Herwiha li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku duh demjimêr 20:47an li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi hêza 3,6 pileya rixterê erdhejek çêbûye.
Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.
Herwiha AFADê ragihand ku saet 00:41an li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbûye.
Wek ya Mereşê li Meletiyê jî erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de bû.
Erdheja li Meletiyê li bajarên derdorê jî hest pê hat kirin.
Hatiye ragihandin ku di her du erdhejan de jî ti zererek çênebûye.