Dadgeriya Amedê biryar da ku 16 rojnamevanên Kurd girtî bimînin

Hewlêr (Rûdaw) - 5emîn Dadgeriya Ceza ya Ameda Bakurê Kurdistanê îtîraza girtimayîna 16 rojnamevanên Kurd ku 16ê Hezîranê hatibûn girtin red kir.

Li gor agahiyan parêzerên 16 rojnamevanên Kurd di 22ê Hezîrana 2022ê de bo Dadgeriya Ceza ya Amedê îtîraz kiribûn û ji dadgehê daxwaz kiribûn ku rojnamevan li derve bên darizandin. Dadgeriyê piştî 18 rojan îro 10ê Tîrmeha 2022ê biryara xwe eşkere kir ku îtîraza parêzeran hatiye redkirin û biryar daye ku rojnamevan girtî bimînin.

Dadgeriyê derbarê îtîraza parêzeran de gotiye ji ber delîlên bihêz hene ku suc hatiye kirin daxwaza wan hatiye redkirin.

Di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê polîsan bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girtibû û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 20 jê rojnamevan bi tevahî 22 desteser kiribûn. 22 kesên hatibûn desteserkirin piştî temambûna wergirtina îfadeyên wan li Rêveberiya Ewlekariya Amedê, 15ê Hezîranê bo dadgehê hatibûn şandin. 16ê Hezîranê jî bi biryara Dadgeha Amedê ji 22 kesên hatibûn desteserkirin ku 20 ji wan rojnamevanên Kurd in 16 rojnamevan hatibûn girtin.