Keça Kurda Êzidî: DAIŞê keç û jin dikirin 3 lîste û difirotin

Duhok (Rûdaw) - Keçeke Kurda Êzîdî ya bi navê Necme Seîd ku ew sê sal bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, hinek agahiyên nû li ser wan keçan belav dike, ku ji aliyê wê rêxistinê ve hatine revandin.

 

Necme Seîd dibêje, DIAŞê keç û jinên revandî li gorî xweşikî û bedewiya wan cuda dikirin û li ser sê lîsteyan parve dikirin, wate lîsta A, B û C.

 

Bi gotina wê keça Kurd a Êzidî, DAIŞê keçên herî xweşik û ciwan, di lîsteya “A” de didanîn, û dibêje ku keçên di lîsteya “A” de ji bo wan kesan bûn, ku posta wan li cem DAIŞê walî ne, yên “B” ji bo emîran û yên lîsteya “C” ji bo çekdarên asayî bûn.

 

Necme Seîd ew keça Kurd a Êzîdî ku careke din piştî sê salan bi malbata xwe şad bû, dibêje, hemû carî çekdarên DAIŞê ew di nava lîsteya “A” de didanîn û di nava sê salan de 10 caran ji aliyê DAIŞiyan ve hatiye firotin, an weke diyarî pêşkêşî waliyekî din ê DAIŞê hatiye kirin, ku sê caran jî ji aliyê emîrên DAIŞê ve bûye.

 

Ew keça rizgarbûya destê DAIŞê derbarê serpêhatiya xwe ya di dema êxsîrbûna destê DAIŞê de dibêje: “Ji zanîngeha Sedam ez birime binkeyeke xwe, ez li gel du keçên din ln xelkê Til Izêrê bûm bi navên Viyan û Hediye. Ebû Leys ez ji xwe re birim, piştî 4 mehan ez firotim Ebû Murtez û Ebû Haris.”

 

Li gorî belgenameyeke Dîwana Dadwerî ya DAIŞê ku heftiya bihorî Rûdawê belav kiriye, ew keç bi 1500 dolarê amerîkî ji aliyê waliyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Zûbêr ve hatiye kirîn.

 

Necme zêdetirî 3 salan di bin destê DAIŞê de maye, wê yekê jî bandore li ser beden û derûna (psykolojiya) wê daniye.

 

Pizîşk Îman Ebdulezîz derbarê rewşa tendirustiya Necme Seîd de dibêje: “Necmeyê gelek nexweşiyên pîstê (çerm) hene, herwiha nexweşiyeka jinan jî heye û li cem DAIŞê di rewşeke xirab de bûye. Niha hem xwîn û hemjî vitamin di bedena wê de kêm e.”

 

Necme keça zilamekî xelkê Şingalê yê bi navê Seîd Îsmaîl Elî ye, ku xwe û du hevjînên wî û 10 zarokên wî (heft keç û 3 kur) di dema êrişên DAIŞê bo ser Şingalê de di Tebaxa sala 2014ê de li gundê Til Qeseb dikevne destê çekdarên DAIŞê û piştî ku çekdarên DAIŞê zarokan ji dayik û bavên wan cuda dikin, êdî kes ji wan agahdarê yên din namîne.

 

Pêştir Rêveberê Karûbarên Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqaf û Karûnarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re gotibû: “Ew malbat 13 kes bûne, ku hemû hatibûn revandin û bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 ji zarokên Seîd Îsmaîl hatin rizgarkirin, ew jî du keç bi navên Xaliye ya temen 7 salî û Merwe ya temen b 6 salî, tevî kurekî 4 salî bi anvê Heysem bûn, lê belê çarenivîsa ewên din nayê zanîn.”


Di êrişên sala 2014ê de bo ser Şingalê, DAIŞê bi hezaran keç û jinên Kurdên Êzidî revandin û piştre kirîn û firotin bi wan dikirin. DAIŞê dida xuyakirin, ku ew yek li gorî şerîeta Olsa Îslamê ye û ew keç û jin weke Sebaya bi nav dikirin, ku di Quranê de amaje pê hatiye kirin.