Encamên dawî: Yekem, duyem û sêyemên Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de encamên ezmûnên xwandinê yên polên 9ê seretayî û 12ê amadeyî ragihand. Di daxuyaniyê de navên xwandekarên ku pileya yekem, duyem û sêyem ên Kurdistanê bi dest xistine, hatin ragihandin.
ÎŞev Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li Dîwana Wezareta Perwerdeyê li bajarê Hewlêrê konfranseke rojnamevanî lidar xist û têde encamên ezmûnên xwandinê yên polên 9ê seretayî û 12ê amadeyî li Herêma Kurdistanê hat ragihandin.
Wezîrê Perwerde, Piştîwan Sadiq di vê konfransa rojnamevaniyê de got: “Tenê xwandekarek nûmreya %100 di ezmûnan de aniye ku xelkê bajarê Helebçeyê ye.”
Di konfransa rojnamevanî de ew agahî li ser encamê ezmûnên xwandinê yên 9ê seretayî û 12ê amadeyî li Herêma Kurdistanê bi vî awayî hatin ragihandin:
- 1-Rêjeya derçûnê di beşa Zanistî de %29.16 bûye.
- 2-Rêjeya derçûnê di beşa Wêjeyî (Edebî) de %20.94 bûye.
- 3-Di beşa Zanistî 68 hezar û 256 xwandekar beşdarî di ezmûnan de kirine.
- 4-Di beşa Wêjeyî (Edebî) de 53 hezar û 937 xwandekar beşdarî di ezmûnan de kirine.
Li ser asta Zanistî
Xwandekar Dunya Wesfî Mehmûd li ser asta zanistî, pileya yekem li Heêrma Kurdistanê bidest xistiye û koma nimreyên wê 700 nimre ye.
Herwiha her yek ji Daban Hesen Ezîz ji xwandingeha Farûq Mêrgesorî, Miryem Qeredax li derdora bajarê Hewlêrê, Wurya Xidir Resûl ji xwandingeha amadeyiya Herêm li bajarê Raniyeyê, pileya duyem bi dest anîne.
Herwiha Mireym Hesen Xelîl ji bajarê Hewlêrê pileya sêyem bi dest aniye.
Li ser asta Wêjeyî
Xwandekar Şeyma Reşîd Omer ji qezaya Berdereş, pileya yekem bi dest aniye û koma nimreyên wê jî 687 nimre ye.
Herwiha Emîr Abidî ji qezaya Akrê pileya duyem bi dest xistiye û koma nimrêyn wî 683 nimre ye û xwandekar Şadan Loqman Ehmed ji bajarê Silêmaniyê jî pileya sêyem bi dest aniye û koma nimreyên wê jî 678 nimre ye.
Li ser asta Pîşesazî
Xwandekar Diyar WEsfî Nesredîn ji bajarê Silêmaniyê pileya yekem bi dest aniye û koma nimreyên wî 744 nimre ye.
Herwiha Cuwane Elî Hesen Elî pileya sêyem bi dest aniye û koma nimreyên wê 693 nimre ye.
Li ser asta beşa Çandinî
Xwandekar Benaz Rostem ji parêzgeha Helebçeyê bûye yekem û koma nimreyên wê 671 nimre ye. Herwiha Şeyma Ehmed Hesen Elî pileya duyem û Burwa Enwer Ehmed jî pileya sêyem bi dest xistine.
Li ser asta Nexweşyarî
Menfa Hekîm Omer ji bajarê Hewlêrê pileya yekem bi dest aniye û koma nimreyên wê jî 592 nimre ye.
Herwiha Zeyneb Elî Salih Menaf pileya duyem bi dest naiye û koma nimreyên wê 582 nimre ye.
Encamên dawî yê pola 9ê seretayî
Xandekar Karolîn Yûxena ji parêzgeha Hewlêrê û ji bajarokê Enkawe pileya yekem bi dest xistiye û her yek ji Zeyneb Salar Haşim ji bajarê Hewlêrê pileya duyem û Mariya Azad ji xwandingeha Faxir Mêrgersorî û Mîdya Mihemed Hamid bi hev re pileya sêyem bi dest anîne.
Xwandekar Dunya Wesfî Mehmûd ku pileya yekem li seranserê Herêma Kurdistanê bi dest aniye û koma nimreyên wê 700 nimre ye.