GERMIYAN - Zarokekî 14 salî ji ber lêdana birûskê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qezaya Kifriyê ya Germiyanê zarokekî 14 salî ji ber lêdana birûskê canê xwe ji dest da.

Bûyerê îro sedrora saet 06:00an li nêzîkî gundê Qorî Çayê yê li navbera qezayên Kifrî û Xûrmatûyê rû da.

Midûrê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Germiyanî ya Kifriyê Saman Sertîp ji Rûdawê re diyar kir ku termê wî zarokî îro saet 07:00an gihiştiye nexweşxaneyê.

Saman Sertîp da zanîn ku navê wî zarokî Şêrko Numan e, ew 14 salî ye û xelkê herêma Dawidiyeyê ya Kifriyê ye.

Saman Sertîp anî zimên, “Lekolînên bijişkî piştrast kir ku ew zarok ji ber lêdana birûskê miriye. Piştî ku birûskê lê daye dilê wî sekiniye û canê xwe ji dest daye.”

Li gorî agahiyên ku midûrê nexweşxaneyê dane, ew zarok şivan bûye, ajelên xwe birine çêriyê lê li nêzîkî gund birûskê lê xistiye.

Li aliyê din, ji şeva borî ve li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê birûsk û tavan vedidin û li gelek deveran jî nermebaran dibare.