3 otomobîl li hev ketin: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li qeza Koyê ya Hewlêrê di encama lihevketina 3 otomobîlan de 9 kes birîndar bûn.

Berdevkê Trafîka Koyê Senger Seîd ji Rûdawê re da zanîn ku li nêzîkî gundê Hisopê yê Koyê qeza di navbera 3 otomobîlên yên corên Kia Rio, Nissan Tiida û Toyota Land Cruiser qewimî.

Hat ragihand kesên ku di otomobîlên Kia Rio û Nissan Tiida bûn birîndar bûne. Rêwiyên Kia Rio xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û li Herêma Kurdistanê dijîn û rêwiyên Nissan Tiida jî xelkê navçeya Koyê ne. Herwiha rêwiyên ku di Toyota Land Cruiser de bûn û xelkê Silêmaniyê ne ti kes ji wan birîndar nebûne.

Senger Seîd got “Bûyer derdora saet 22.00an de pêk hat. Hemû birîndar bo nexweşxaneya Koyê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.”

Li gor amarên hatinûçûnê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, par 4119 bûyerên hatûçûnê li Herêma Kurdistanê qewimîn û di encamê de 662 kes mirin û 7121 kes jî birîndar bûn.