NewScientist: Beriya 10 hezar salan nişteciyên Zagrosê bizin kedî kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara NewScientist ku kovareke cihê baweriyê ya Brîtanî ye û ji sala 1956an ve di warên zanist û teknolojyayê de mijaran belav dike, dibêje 10 hezar sal beriya niha xelkê li Zagrosê dijiyan, yekem gel bûne li cîhanê ku bizin xwedî kirine. Rêzeçiyayên Zagrosê dikeve Rojhilatê Kurdistanê û heta başûrê Îranê û nêzîk kendavê dirêj dibe. 

Li gor lêkolîneke Kovara NewScientist ku pişta xwe bi komkirina zanyariyên şûnwarnasî û genetîk girê dide û roja 7ê vê mehê hatiye belavkirin, 10 hezar sal berî niha, cara yekem xelkê li Çiyayê Zagrosê, Çiyayê Gencîre li rojhilatê Hersîn li parêzgeha Kirmaşan û Girê Bulhesen ê bakurê bajarokê Dilvan ê parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê bizin bixwedî kirine.

Zanayan di dema hûrbûna li ser ax û toza wan navçeyên çiyayî di labaratuarekê de, mîza bizinan naskirine ku tevlî axê bûye. Lêkoleran di nav DNAya bizinan de, 14 genomên navokî û 32 genomên mîtokondrial bidest xistine, ku ji dayîkên wan giyanderan bicîh mane.

Pispor û Mamostayê Zanîngeha Trinity College Dublin a Îrlandayê Kevin Daly dibêje: “Ew zanyariyên şûnwarnasî û genetîk ku li ber destê me ne, amaje bi wê yekê didin ku 10 sal berî niha bo cara yekem keriyek bizin hatine bixwedîkirin.” Li gor lêkolîn û şopandinên kovarê, belgenameyên şûnwarî amaje bi wê yekê didin ku bixwedîkirina bizinan 8 hezar sal berî niha hebûye.

Li gor hinek zanyariyan ku di Kovara NewScientist de belav bûne, di hinek deman de hinek bizinên nêr di nav ên din de hatine berbijêrkirin û gurandin, ev jî nîşaneke ku ev bizin li cihekî hatine komkirin û bixwedîkirin, neku di dema nêçîrkirinê de hatibin kuştin.

Kevin Daly û hevpîşeyên wî maddeya kevirbûna bizinan ji zincîre çiyayên Zagrosê birine labaratuaran û derketiye ku dîroka vê kevirbûnê vedigere 8200-7600 sal berî zayînê. NewScientist behsa dîroka segvaniyê jî li navçeyê dike û dibêje, 14 hezar sal berî niha wate berî bizinan seg-kuçik hebûn, piştre seg bo serpereştîkirina bizinan hatine bikaranîn.