Li lingê siyasetmedarê Kurd 'kelepçeya elektronîk' girêdan

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Mahmut Alinak ku hefteyên derbasbûyî hatibû azadkirin û ji girtîgehê derketibû, di çarçoveya kontrola edlî de kelepçeya elektronîk li lingê wî girêdan.

Kur û parêzerê Mahmut Alinak, Bişar Abdî Alinak li hember girêdana kelepçeya elektronîk li lingê bavê xwe, li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşan daye û ragihandiye: “Hûn dê nikaribin qeydan li xewna me ya azadî û aştiyê bidin.”

Mahmut Alinak jî di vîdeoyekê de ku Bişar Abdî Alinak parve kiriye, dibêje: “Em koleyên modern ên vî welatî ne. Di dîrokê de çi li koleyan hatibe kirin, li Efrîqa û Amerîkayê kolonyalîstan çi ji çermreşan kiribin li vê derê jî tişta bo me rewa tê dîtin ev e.”

Alinak herwiha dibêje: “Îro hatine kelepçeya elektronîk xistine lingê min. Di dîrokê de zincîra koletiyê ya dixistin lingê wan çi be, kelepçeya elektronîk jî heman tişt e.”

Siyasetmedarê Kurd, Mahmut Alinak destnîşan dike: “Ji ber li dadgeh û Rêveberiya Asayişê nikarîne kelepçeyê bixin destê wî ev hewes di qirka wan de maye. Niha li gor xwe tola vê yekê distînin. Lê nizanim em qet dest ji bawerî û armanca xwe bernadin. Heta nefesa xwe ya dawî em dê xebatê bikin bo têkoşîna sivîl bighînin lûtkeyê. Em li beramber gelê xwe berpirs in. Em li beramber mezlûm û yên tên çewsandin berpirs in.”

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Mahmût Alinak ji parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye û ji ber daxuyanî, pirtûk û gotarên rexneyî ku nivîsandine, 22mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, dosyeya lêkolînê li ser wî vekiribû û 2mîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê jî ew yek pejirandibû.

Di vê doza ku ji aliyê dozgerê giştî yê Tirkiyê ve hatibû amadekirin, daxwaza zîndana heta hetayî bo Mahmut Alinak hatibû kirin.

Her li ser heman dozê, Alinak roja 13ê Sibata 2020an hatibû girtin û piştî ku bo dema 2 mehan di girtîgehê de mabû, roja 13ê Gulanê hatibû berdan.