Colemêrg: 7 kes ji ber 'Şaredariya Wanê' hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 7 kes bi hinceta ku beşdarî “xwepêşandanên Şaredariya Wanê” bûne hatin girtin.

8ê Gulanê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 9 kes hatibûn desteserkirin.

Serdozgeriya Colemêrgê ji bo 7 kesan biryarê girtinê da.

Herwiha dadgehê cezayê girtina li malê jî li 2 kesan birî.

Kesên ku biryara girtina wan hatiye dayîn ji Colemêrgê ber bi Girtîgeha Wanê hatin şandin.

8ê Gulana 2024an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonekê de li Colemêrgê bi ser çend navnîşanan de girtibûn.

Hêzên ewlehiyê bi hinceta ku “beşdarî çalakî û xwepêşandanên şaredariya Wanê bûne” 9 kes desteser kiribûn.

Her 9 welatiyên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ber bi dadgehê hatbûn şandin.