Li Çewlîgê kesek li firûnê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kesek bi çekê hat kuştin.
Li gorî agahiyan, B.O. (52) li firûneke li Taxa Kulturê rastî êrişekê hat.
Tîmên tenduristiyê zilamê ku ji çoga xwe û serê xwe birîndar bûbû rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
B.O.yê ku birîna wî xedar bû li nexweşxaneyê mir.
Hêzên ewlehiyê ji bo gumanbar bigirin dest bi xebatan kir.