Berbijêrê serbixwe yê Colemêrgê Esat Canan: Ez dê bibim dengê bêdengan

Hewlêr (Rûdaw) - Esat Canan ê ji Colemêrgê ku berê niha 3 serdeman weke parlamenter hatiye hilbijartin, vê carê weke berbijêrê serbixwe yê parlamenteriyê ji bajarê xwe beşdarî hilbijartinê dibe. Gelek qurbaniyên Kurdan hene ku dengê wan nayê bihîstin. Esat Cana dibêje: “Gelek kesên mexdûr hene ku dengê wan nayê bihîstin, lê ez derdê wan dizanim. Ew tên û ji min re behsa derdên xwe dikin. Ez ê bibim dengê wan kesan.”

Berbijêrê serbixwe yê parlamenteriyê yê Colemêrgê Esat Canan beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fetîh da ku proseya hilbijartinan li herêmê dişopîne.

Esat Canan ku di jiyana xwe ya siyasî ya dûr û dirêj de ji CHP û HDPê 3 serdeman parlamenterî kiriye, diyar kir ku eger were hilbijartin ew dê daxwazên gelê Colemêrgê bişopînin û ji bo xizmetên pêwîst ên Colemêrgê bixebite.

Esat Canan got: “30 sal in ez di nav siyasetê de me û siyasetê dikim. Min parlamenteriya Colemêrgê kiriye. Lê vê carê min bi awayekî serbixwe berbijêriya xwe danî.”

Raya giştî meraq dike ku çima Esat Canan vê carê serbixwe beşdarî hilbijartinan dibe. Li ser vê mijarê Cana got: “Min ev pirs ji miletê me kir. Partî xizmeta gelê me nakin. Nûnertiya me lawaz bû. Ji ber vê yekê gel daxwaz kir ku ez serbixwe beşdarî hilbijartinan bibim û ez jî li ser vê yekê bûm berbijêr.”

“Temsîliyeta miletê me bi başî nehatiye kirin”

Esat Canan diyar kir ku li Colemêrgê gelek kêmasî hene û wiha pê de çû: “Kêmasiyên aborî hene, kêmasiyên siyasî hene. Ev çend sal in temsîliyeta miletê me bi başî nehatiye kirin. Miletê me digot em bê xwedî ne û kes xizmeta me nake. Min jî got ez mecbûrim ku xizmeta gelê me bikim. Ez hemû deman çi roja xweşiyê be û çi roja nexweşiyê be di nav gel de me. Ez ligel miletê Kurd im û xizmeta Kurdan ji bo min erkekî gelek bi rûmet e. Ji ber vê yekê ez bûm berbijêr. Ez di wê baweriyê de me ku ez dê ji bo gelê Kurd, ji bo her kesî û ji Colemêrgê re xizmetê bikin. Ji mêj ve min gelek xizmet ji bo gelê Kurd kirine. Ji bo demokrasî û aştiyê di heman demê de. Niha ez dê dîsa ji bo demokrasiyê, ji bo aştiyê têbikoşim.”

Berbijêr serbixwe Canan amaje bi wê yekê kir ku ew dê bibe dengê bêdengan û got: “Gelek bêdeng û gelek mexdûrên Kurd hene. Gelek mexdûrên kurdan hene ku nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Gelek kesên feqir û hejar hene û ew nayên dîtin û bihîstin. Lê ez derdê wan dizanim. Ez hemû pirsgirêkên wan dizanim. Ew tên cem min behsa derdê xwe dikin. Ez dê bibim dengê wan kesan. Eger Xwedê bike qismet ez dê li Enqerê hem bibim dengê Kurdan û hem jî yê Tirkan. Heger ez bikaribim derbasî parlementoyê bibim, ez dê ji bo xizmeta gelê kurd û zimanê me Kurdî bixebitim û bi erka xwe rabim.”

Derbarê rewşa aborî ya Colemêrgê de jî Canan wiha axivî: “Aboriya Colemêrgê pir û pir xerab e. Colemêrg li ser sînor e. Sînorê wê bi Îranê re jî heye, lê heta niha deriyên me girtî ne. Deriyên me yên bazirganî hêj girtî ne. 20 sal in deriyên me ji bazirganiyê girtine divê li ser vê yekê bisekinin û derî bên vekirin. Pêwîst e peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê baş bin. Têkiliyên bazirganî û aborî dê bi kêrî gelê me were. Ji ber vê yekê ez dê di vê mijarê de gelke xizmetê bikim. Bi baweriya min vekirina deriyên sînorî ji bo Herêma Kurdistanê jî sûdmend be. Ez di wê baweriyê de me ku hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin, em dê hem bi gelê xwe re hem jî bi cîranên xwe re di nava diyalogê de bin. 20-30 sal in ez di nava siyasetê de me. Min di partiyên din de jî cih girt. Dîsa min ji bo nasnameya Kurdî, ji bo zimanê Kurdî têkoşîn da.

Lê eger em bi muxatabên xwe re bi zimanê aştiyê ne bi zimanê tundiyê biaxivin dê pirsgirêk çareser bibin. Pirsgirêka Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê ye. Eger demokrasiyek baş were Tirkiyê, dê Kurd rehet bibin, Tirk jî dê rehet bibin. Yanî divê diyalog hebe, muxatab hebe. Ez di wê baweriyê de me ku ger diyalog hebe dê çareseriyek bê dîtin.”