Koçer ji deştê vedigerin zozanan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, bihar hatiye û germayê dest pê kiriye, ajeldarên ji Serhedê ku zivistanên xwe li bajarên germ ên weke Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê derbas dikin, careke din vedigerin zozanên Mûşê. Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hejmara ajelên biçûk de di rêza 15an û di hejmara ajelên mezin de di rêza 14an de ye.

Li Bakurê Kurdistanê, bihar hatiye û germê dest pê kiriye, ajeldarên ji Serhedê ku zivistanên xwe li bajarên germ ên weke Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê derbas dikin, careke din vedigerin zozanên Mûşê.

Vegera koçerên ji Mûşê ji herêmên germ ber bi zozanên Serhedê ve dest pê kiriye. Koçer nîvî salê li deştê û nivê salê li zozanan derbas dikin û rêwitiya koçeran 10-12 rojan berdewam dike.

Serokê Yekitiya Pezên Dermale ya Mûşê Nîmet Salkim Nîmet Salkim li devera Şenyaylayê gihişt şivanan û li wan guhdarî kir.

Nîmet Salkim behsa rêwitiya şivanan kir û anî ziman ku şivanên ku ji bo çêreyê bi qasî 150 hezar heywanên xwe dibi Êlih, Amed, Riha û Dîlokê bi hatina biharê ve êdî vedigerin zozanan.

Salkim got, "Di payizan de ji Serhedê 120-140 hezar heywan ber bi bajarên germ ve ber bi Êlih, Amed, Riha û Dîlokê ve diçin. Li wê derê 6 mehan dimînin û bi hatina biharê re vedigerin Serhedê. Bi pêyan diçin û bi qasî 10-12 rojan di rê de dimînin. Êdî zozan şîn dibin û ji bo çêrandinê vedibin."

Koçer nîvî salê li deştê û nivê salê li zozanan derbas dikin û rêwitiya koçeran 10-12 rojan berdewam dike û rûbirûyê gelekî zehmetiyan dibin.

Ji şivanan Samet Sezgîn destnîşan kir ku ew ji Amedê birê ketine û ber bi Çiyayên Kurtikê ve diçin.

Sezgîn anî ziman ku ew rojane dikarin 20-25 kîlometre rê biçin û got, "Em payizî diçine aliyê Amedê, aliyê Licê. Zivistanê welatê Serhedê pir sar e, befr e. Em ji bo vê diçine Amedê, aliyê deştê ve, wextê bû bihar em dîsa têne gundê Mûşê, Kopê, zozanên Kopê, gundê me Kopê ye. Em 3 kse in. Ev 10 roj e em rê de ne. Em li Amedê ji çemê Qulpê re derbas bûne, em niha hatine ser Şenyaylayê, em ji wir re jî derbas bin hê rêya me 2-3 roj heye. Em dê bigihêjin gundê xwe. Qederê 6 meh bûye em li Amedê bûne."

Ji Şivanan Mehmet Sezgîn jî behsa rêwîtiya xwe ya dijwar kir û got, "Em payizan diçine deşta jêr. Em pezên xwe dibine aliyê Amedê. Ev 5-6 meh em li wê derê bûn. Niha jî li welat befr heliyaye, zozanên me vebûne em jî birê ketine diçine ber bi Mûşê. Ev 10-11 rojê me em di rê de ne. Qonaxa me hêj 2-3 roj maye heta em bigihêjin zozanan. Di rê de pezên me dizên, em berx û karên nû çêdibin hildigirin, şilî ye serma ye, bi şevan em li derva ne zehmet e."

Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yek ji navendên girîng ê ajeldariyê ye. Li Mûşê li gor amarên fermî milyonek û 235 hezar û 552 ajelên biçûk û 331 hezar û 881 ajelên mezin hene. Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hejmara ajelên biçûk de di rêza 15an û di hejmara ajelên mezin de di rêza 14an de ye.