Di bernameya Rûdawê de xwe da dest: Biryara girtinê derket!

Hewlêr (Rûdaw) – Kesayetê ji navçeya Kifrî ya Sîlêmaniyê yê bi navê Ebûbekir Hacî Rûstem di bernameyekî Rûdawê de gotibû, “Ez û kurên min tawanan jî bikin kes nikare me bigre.” Polîsê Germiyanê derbarê wî de biryara girtinê derxist.

 

Ebûbekir Hacî Rûstem, ku kesayetekî naskirî yê navçeya Kifrî ye û ji bernameya Top Story ya Rûdawê re gotibû: “Yasa ji bo kesên hejar û feqîr e. Desthilata ti kesî nîne min û kurên min bigre. Dema kurên min tên girtin, bi telefonekî ez wan didim berdan.”

 

Ebûbekir Hacî Rûstem sond xaribû, ku ti dadwer û yasa nikarin wî û kurên wî bigrin û gotibû: "Çima kurê berpirsan nayên girtin. Çima yasa ji bo min tenê bin. Ez ji yasayan natirsim." 

 

Çavkaniyeke ji Polîsê Germiyanê ji Rûdawê re ragihand, ku fermana binçavkirina Ebûbekir Hacî Rûstem hatiye derxistin. Lê vê çavkaniyê sedema derketina vê fermanê eşkere nekir.

 

Ebûbekir Hacî Rûstem jî ji Rûdawê re piştrast kir, ku fermana binçavkirina wî gihiştiye destê wî lê ew naçe pêş dadgehê.

 

Ebûbekir Hacî Rûstem da zanîn, ku ew jiber axaftinên xwe yên di Rûdawê de, ji aliyê dadgehê ve hatiye vexwendin.