Li Dêrsîmê 200 kîlo teqemenî hat dîtin

Dêrsîm (Rûdaw) – Li ser rêya Dêrsîm-Pilûrê di dema lêgerînê de leşkerên ser bi artêşa Tirkiyê derdora 200 kîlo teqemenî dîtin û di bin kontrol û çavdêriyê de pûç kirin.

 

Îro danê sibê derdora saet 10:00an di navbera Dêrsîm û qezaya wê Pilûrê de nêzî Ziyareta Ana Fatma derdora 7-8 kîlometir dûrî navenda bajêr teqemeniyeke 200 kîloyî ji aliyê leşkeran ve hat dîtin.

 

Teqemeniya ku di binê rêya bejahî de hatibû çandin, di dema lêgerîna leşkeran de hat dîtin û ji aliyê cendermeyên pispor ve hat pûçkirin.

 

Beriya ku teqemenî bê pûçkirin, rêya Dêrsîm-Pilûrê ji hatûçûna wesayîtan re hat daxistin.

 

Di encama pûçkirina teqemeniyê de kort û çala ku li ser rê çêbû, ji aliyê xebatkarên Riyên Bejahî ve hat tijekirin û rêya navborî dîsa ji hatûçûnê re hat vekirin.