Encamên dawî yên dengdana taybet li Hewlêrê


Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji destpêkirina proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê, îro ew prose qediya.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê bi vî awayî ne:

PDKê 39 hezar û 190 deng, YNKê 8 hezar û 748, Gorran 4 hezar û 783, Komel 2 hezar û 155 û Yekgirtû 498 deng bi dest xistine.

Niha jî proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo encûmena parêzgeha Hewlêrê destpêkiriye.