15 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amed û 5 bajarên Tirkiyeyê di operasyoneke hemwext de 15 kes bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja yekem a cejnê li parêzgeha Amedê û bajarên Edene, Mêrsîn, Stenbol, Kirikkale û Muglayê yên Tirkiyeyê operasyonek pêk aniye.

Yerlîkaya da zanîn ku operasyon bi hinceta “endamtî û propgandaya PKKyê” hat li darxistin.

Li gorî gotina Yerlîkaya di operasyonê de li her 6 bajaran 15 kes hatine desteserkirin û dest bi ser gelek materyal û kelûpelên dîjîtal ên rêxistinê de jî hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî ji bo karûbarên îfadeyê birine navendên polîs û cendirmeyan.