Baroya Amedê êrîşa ser xwendekarên Kurd şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê êrîşa ser xwendekarên Kurd a li parêzgeha Karamanê ya Tirkiyê şermezar kir û ragihand ku dê bûyerê bişopînin.

Di daxuyaniya Baroya Amedê de tê gotin: “Li Zanîngeha Karamanoglu Mehmetbey a parêzgeha Karamanê grûpek xwendekarên Kurd dema ligel stranên Kurdî govend gerandine ketine ber êrîşê. Hejmarek ji wan xwendekarên Kurd ên rûbirûyê êrîşa nîjadperestan bûne, zanîngeh bicîh hiştine û vegeriyane warên xwe. Bûyer roja 31ê Adara borî çêbûye, lê piştî derbasbûna çendîn rojan û belavbûna daxuyaniyên fermî roja 7ê Nîsanê eşkere bûye.”

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje, êrîşa nîjadperestî ya ser xwendekarên Kurd, nasname û zimanê Kurdî şermezar dike. Baroya Amedê herwiha daxwaza destpêkirina lêkolînê derbarê bûyerê de dike û dibêje, ji bo bûyerên wiha dubare nebin bi rêya rêkarên yasayî bûyerê dişopînin.

Bûyer roja 31ê Adara 2022ê qewimî, grûpeke ser bi rêxistina ciwanan a Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) êrîşî hejmarek xwendekarên Kurd kirin dema li stranên Kurdî guhdar dikirin û govend digerandin.

Walîtiya Karamanê di daxuyaniyekê de îdîa dike ku piştî belavbûna dîmenê wan xwendekaran di torên civakî de, demjimêr 24.00 grûpeke10-15 kesî ku ne xwendekarên Beşê Navxwe yê Zanêngehê bûn, çûne ber deriyê Beşê Navxwe yê Zanîngehê. Piştî agahdarkirin û gehiştina polîsan, bêyî çêbûna ti bûyer û aloziyekê ew grûp hatiye belavkirin. Parêzgarê Karamanê Mehmet Alpaslan Işik jî dibêje, ew karê ciwanên MHPê kirine nayê qebûlkirin.