Li kampa Holê 13 qaçaxçî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Holê bi tometa desxistina kesên kampê ya bi rêyê qaçax, 13 kes hatin girtin ku 8 ji wan Iraqî ne.

Navenda Hemahengî û operasyonên Leşkerî ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) li ser Twîterê belav kiriye, li kampa Holê 13 kes ku 8 ji wan Iraqî ne bi tometa ku rola wan di derxistina xelkê ya ji nava kampê bi rêyên qaçax hene, hatin girtin.

Li gor heman çavkaniyê, Hêzên Sûrya Demokratî pabend e bi baştirkirina rewşa kampê bo xelkê wê. Ji 2 Nîsanê ve ji dema bidawîhatina qunaxa yekem ya opersyona hêzên Ewlkariyê li Kampa Holê  û heta niha 31 endamên DAIŞê hatine girtin ku 8 ji wan jin in.

Qonaxa yekem ji Operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li kampa Holê bidawî hat û hêzên asayîşa naxweyî ya Rêveberiya Xweser di daxuyeniyekê de ragihand ku wan 125 endamên şaneyên razayî yên DAIŞê girtine 20 ji wan di ber bûyerên kuştinê yên di kampê de berpirs in.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto di derbarê mijarê de li Twitterê parvekirinek kir û got “Hevpeymanî ji bo têkbirina DAIŞê û pêşvebirina ewlehî û aramiyê li bakurêrojhilatê Sûriya li bi HSDê re ye.”

Hêzên ewlehiyê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve ji roja 28ê Adarê ve operasyonek di bin navnîşana Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de li dijî şaneyên raketî yên DAIŞê li nav Kampa Holê dane destpêkirin, ku hêj didome.

Di wê operasyonê de, zêdetirî 5,000 hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) bi piştgiriya hêzên HSD, YPG û YPJê beşdar in.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.