Li Kerkûkê ji ber beşdarbûna referandûmê li dijî efserên Kurd lêpirsîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku hinek efserên Kurd beşdarî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûne, rêvebereriya polîsê Kerkûkê li dijî wan lêpirsîn daye destpêkirin.

Rêveberiya polîsê Kerkûkê ji ber ber ku Karmendên Kurd beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an bûne, li dijî wan dest bi lêpirsînê kiriye.

Berdvkê Polîsê Parêzgeha Kerkûkê Rayîd Omer Nûrî ji tora medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin ku , ew rêkarên têne meşandin girêdayî giştpirsiya Herêma Kurdistanê ne, lê hejmara kesên ku lêpirsîn li dijî wan tê kirin eşkere nekiriye. 

Herwiha hat gotin ku di salên 2018-2019ê de nivîseke taybet bo rêveberatiya polîsê Kerkûkê hatiyeşandin ku lêkolîn li gel wan efserên ku beşdarî di giştpirsiyê bêne kirine, bêne cezakirin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan, bi rêjeya ji sedî 72.16 beşdarbûn çêbû û rêjeya dengên Belê ji sedî 92.7 bû, rêjeya dengên Nexêr jî tenê ji sedî 7.27 bû.

Herwiha di referandûma serxwebûna Kurdistanê de li parêzgeha Kerkûkê jî rêjeya dengên `Belê`ji sedî 78.77 derketibû.