Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê li gel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt civiya û di civînê de Ebulxeyt, Nêçîrvan Barzanî vexwen bo Komkara Erebî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebulxeyt belav kir û ragihand ku rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî hat gotûbêjkirin û “herdu alî rijd bûn li ser wê yekê ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê aramî û seqamgiriyê bo Iraqê dabîn dike. Piştî çareserkirina pirsgirêkan jî Iraq dibe welatekî bihêz ê navçeyê û rola xwe ya herêmî û navdewletî dibîne.”
Di wê civînê de herdu aliyan tekezî li ser wê kirin, “Ji bo derbaskirina dijwarî û zehmetiyên vê qonaxê, hevkariya Hewlêr û Bexdayê û hemû hêz û pêkhateyan pêwîst û girîng e.”
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî di civînê de amaje bi wê kiriye ku Iraqê çavkaniyên mirovê û sirûştî ên dewlemend hene. Hemû piştgiriya Komkara Erebî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê “bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina zehmetiyan û rûbirûbûna terorê” dûpat kiriye.
Her di wê civînê de Ehmed Ebulxeyt, Serokê Herêma Kurdistanê vexwend bo ku serdana baregeha Komkara Erebî ya li Qahîreyê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dûpat kir ku “Em li Bexdayê ne bo ku berpirsên welat rewşa Iraq û alîkarî û hemhengiya bo rûbirûbûna tehedayan gotûbêj bikin û pirsgirêkan çareser bikin, ji bo vê jî îradeya me ya çareseriyê li ser bingeha destûrê heye û divê hemû pirsgirêk bên çareserkirin da ku seqamgirî li Iraqê pêk were.”
Li aliyê din biryar e Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt îro serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên bilepilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Ev serdan berî niha nehatibû ragihandin.
Serdana Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku wî îro li Bexdayê jibilî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomar û Wezîrê Derve yê Iraqê jî civîn encam dan.
Serokê Herêma Kurdistanê her îro li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayiq Zêdan civîn encam dan.
Serokê Herêma Kurdistanê #Nêçîrvan_Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê #Fayiq_Zêdan civiya pic.twitter.com/eQXMpC2AKx
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 10, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse